Ji Helly Luv klîpeke ji bo Kupaya Cîhanî
Stranbêja Kurd a navdar Helly Luv ji bo Kupaya Cîhanî ya 2022an a ku li Qeterê tê lidarxistin, straneke bi navê “Go Go Ale Ale” pêşkêş kir.
Kupaya Cîhanî ya 2022an ku dêwên weke Brezîlya, Îngilistan, Spanya, Almanya û Portugal jê xatir xwestin, bi atmosfer û surprizên xwe bala bi milyonan temaşevanên futbolê û her wiha cîhana hunerê jî dikşîne.
Stranbêja navdar a Kurd Helly Luv jî di nav wan kesan de ye ku ji bo Kupaya Cîhanî xebatek kir. Luv duh strana xwe ya bi navê “Go Go Ale Ale” ya ku bi Îngîlîzî û Erebî got klîpa wê di demeke kurt de li ser torên civakî bi awayekî berfireh hate parvekirin.
Luv di klîba stranê de bi formayên Arjantîn, Brezîlya û Portugalê cih digire.
Brezîlya û Portugal a ku Luv formayên wan li xwe kiribûn ji Kupaya Cîhanî xatir xwestin.
Luv di albûma ku ji bo Kupaya Cîhanê ya FIFA 2014an hatibû amadekirin de jî bi strana "Risk it All" cih girtibû.
Di klîba ku ji bo strana xwe ya "Revolution (Şoreş)" a di Gulana 2015an de girtibû û cilên Pêşmergeyan li xwe kiribû li ser tankekê şerê li dijî DAIŞê nîşan dida.
Rudaw
