Xelatên Nobelê yên 2022an hatin dayîn
Li Stockholma paytexta Swêdê xelatên Nobel a 2022an ên fîzîk, pizîşkî, kîmya û aboriyê bi merasîmekê hatin dayîn.
Di merasîma ku li Mala Konsertê ya Stockholmê (Konsert Huset) hat li darxistin de Malbata Şahaniya Swêdê, Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson, wezîr û nûnerên partiyan ên Swêdê, nûnerên welatên biyanî û xelatgir beşdar bûn.
Xelata fîzîkê ji bo Alain Aspect, John F. Clauser, Anton Zeilinger, xelata kîmyayê ji bo Carolyn R. Bertozzi, Morten Meldal, K. Barry Sharpless, xelata fîzyolojî/pizîşkî ji bo Svante Paabo, xelata aboriyê ji bo Ben S. Bernanke, Douglas W. Diamond ve Philip H. Dybvig hatin dayîn.
Ji bo kesên ku Xelata Nobelê wergirtine dîploma, madalyaya Nobelê û nêzikî 900 hezar Euro hat dayîn.
Li aliyê din parêzvanê mafên mirovan ê ji Belarûsê Ales Bialiatski û Rêxistinên mafên mirovan ên Rûsya û Ukraynayê Memorial (Bîrdarî) û Center for Civil Liberties (Navenda Azadiyên Sivîl) Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2022an li Osloya paytexta Norwecê wergirtin.
Di salên 2020 û 2021an de ji ber pandemiya COVID-19ê merasîmên xelatdayînê nehatibûn lidarxistin.
Rudaw
