• Saturday, 21 February 2026
logo

Hewlêr: Festîvala Sumerê ya Bedewiya Hespên Erebî birêve çû

Gulan Media December 11, 2022 Corane
Hewlêr: Festîvala Sumerê ya Bedewiya Hespên Erebî birêve çû

Di Festîvala Sumer a Bedewiya Hespên Erebî a Hewlêrê de 111 hesp û mehînên bi temenên cuda ji bo wergirtina xelatên 750 hezar dolarî hevrikî kirin. Pêşbirk dijwar bû, pûanên ku hespan digirtin nêzîkî hev bûn û çavên her kesî li pileyêb pêş bû.

Beşdarê Festîvala Sumer a Bedewiya Hespên Erebî Diyar Hacî Elî got, “Navê hespê min Xam e, hespê Erebî yê esîl e, di asta xwe de pileya yekem bi dest xist.”

Beşdarekî din Ehmed Reşîd jî anî ziman, “Ez yekem car e bi hespekî Erebî yê esîl beşdar dibim. Hespê min salek û 8 mehî ye, pileya çarem bi dest xist.”

Pêşbirka ku bi sponsoriya Yaneya Hespsiwariyê ya Hewlêrê hat lidarxistin, navneteweyî bû, ji ber wê jî hakem ji Îmarat, Îtalya, Swîsre, Fransa û Rûsyayê hatibûn.

Hakemê Navneteweyî yê Hespsiwariyê li Îmarata Erebî Ebdulezîz Husên got, “Ev duyemîn pêşbirk e ku  ez tême Hewlêrê û hakemiyê dikim, ast ji salên berê baştir e, hespên bedew hene lê ez daxwaz dikim ku di salên pêş de ast were bilindkirin ji ber ku pêşbirk navneteweyî ye.”

Hejmareke zêde ya pispor û xwediyên hespan ji welatên Erebî û cîhanê beşdarî vê pêşbirkê bûn.

 

Rudaw

Top