• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Silêmaniyê Pêşangeha Navnetewî ya pirtûkan birêve diçe

Gulan Media November 16, 2022 Hunerî
Li Silêmaniyê Pêşangeha Navnetewî ya pirtûkan birêve diçe

Sibe ango 17.11.2022yê çaremîn Pêşangeha Navnetewî ya pirtûkan li Silêmanî ya paytexta rewşenbîriyê birêve diçe.

Bi çavdêriya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi beşdariya Wezareta Rewşenbîrî ya Iraqê ve şîrketa Atlas çaremîn Pêşangeha Navnetewî ya Silêmaniyê a pirtûkan birêve dibe.

Di pêşangehê de zêdetir ji 200 navendên navxweyî û 20 welatên biyanî yên cuda beşdarin û bi milyonan pirtûk û sedan hezar navnîşanên bi zimanên cuda dê bên pêşandan.

Pêşangeh dê 10 rojan pêşwaziyê li dostên pirtûkan bike bo bidestxistina pirtûkên ku dixwazin bidest bixin.

 

Basnews

Top