• Sunday, 15 February 2026
logo

Erdogan û Berhem Salih li Enqereyê civiyan

Gulan Media January 4, 2019 Nûçe
Erdogan û Berhem Salih li Enqereyê civiyan

Duh li Enqereyê Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan pêşwaziya Serokkomarê Îraqê Berhem Salih kir.

Di civînê de her du aliyan behsa çend mijaran kir bi taybetî rewşa ewlekariya sînor, parastina sînoran, bihêztir kirina têkiliyên siyasî, abûrî û bazirganî yên di navbera Îraq û Tirkiyeyê de.

Piştî civînê Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku parastina yekparçeyiya axa Îraqê xaleke negor ya siyaseta Tirkiyeyê a li hember Îraqê ye.

Top