Şingal- PKKê û Heşdî Şeibî damezrandina encûmeneke hevbeş ragehandin
Di hevdîtineke xwe de li gel kenala K24 qaymeqamê sepandî yê Şingalê Fehid El Hamid ragehand ku,îro fermandeyên Heşdî Şeibî, nûnerê Sunne û Şîe li Şingalê civiyan, tê de encûmeneke hevbeş bo birêvebirina Şingalê ragehandin.
Qaymeqamê sepandî yê Şingalê aşkere kir ku, Seîd Mulhi, weke serokê encûmenê hat hilbijartin û Qasim Fîq Fîq û Semîr Derwîş weke du cîgirên serokê encûmenê hatin destnîşan kirin.
Herwiha Qaymeqamê sepandî yê Şingalê da zanîn ku, yekem pêngava encûmenê danîne qaymeqamekê bo Şingalê ye û danîna rêvebirên nahiyên ser bi Şingalê ve ne.
Ji aliyê xwe ve Fermandeyê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo damezrandina wê encûmenê red kir û got ku, PKK û Heşdî Şeibî dizanin ev encûmen li dijî berjewendiyên xelkê Şingalê ye.
Duh di kongreyeke rojnamevanî de her yek ji qaymeqamê Şingalê Mehme Xelîl û Serokê Encûmena Şingalê Wes Bedil ragehandin ku, eger hikûmeta Iraqê rewşa Şingalê asayî nekir ew dê daxwa bikin Şingal vegere ser Herêma Kurdistanê.
Basnews
