• Sunday, 22 February 2026
logo

Du hunermendên Efrînî klîpek nû belav kirin

Gulan Media October 24, 2022 Hunerî
Du hunermendên Efrînî klîpek nû belav kirin

 Du hunermendên Kurd ên ji Efrînê, Şoreş Bekir û Rênas Noyêz bi hev re duet kirine û berhemeke nû belav kirine.

Her du hunermendan navê berhema xwe kirine; Wek serxweşekî.

Teksta stranê ji aliyê Rênas Noyêz û Mihemed Hemo ve ku ew jî ji Efrînê ye, hatiye nivîsandin. Mîks û masterînga klîpê jî ji aliyê Fîras Hesûn ve hatiye kirin.

Şoreş Bekir awaz jê re daniye, Elî Reşad derhêneriya wê kiriye û dîmen li Parîsê hatine kişandin.

Klîpa nû ya herdu hunermendên Efrînî li ser kanala taybet a Şoreş Bekir a di tora civakî ya YouTube de hatiye belavkirin.

Rênas Noyêz ji Rûdawê re diyar kir, ji bilî wê berhema bi hunermend Şoreş Bekir re, ew li ser çend berhemên nû dixebite.

 

Rudaw

Top