• Sunday, 22 February 2026
logo

Koma Muzîkê ya Mîrzo dê îro li Hewlêrê konserekê bide

Gulan Media October 22, 2022 Hunerî
Koma Muzîkê ya Mîrzo dê îro li Hewlêrê konserekê bide

Koma Muzîkê ya Mîrzo ya girêdayî Peymangeha Muzîkê ya Mîrzo dê li Hewlêr a paytexta Herêma Herêma Kurdistanê konserekê bide.

Koma Muzîkê ya Mîrzo îro Şemiyê 22ê Cotmeha 2022an di demjimêr 19:00an de bi serpereştiya Pêşangeha Hunerî ya Hêlanê û bi hevahengiya Enstîtuya Goethe û çend saziyên din li Hewlêrê konserekê bide.

Peymangeha Muzîkê ya Mîrzo li navçeya komelgeha Xane Sor a Şingalê di sala 2019an de ji aliyê hunermend û muzîkjenê navdar ê ji Rojavayê Kurdistanê Ganî Mîrzo ve bi armanca perwerdekirin û alîkariya derûnî ji bo ciwanên Kurdên Êzidî û parastina muzîka resen a Kurdên Êzidî hate avakirin. Her wiha destpêka îsal li nahyeya Sinûn a ser bi Şingalê peymangeheke fêrkirina muzîkê hat vekirin ku Koma Muzîkê ya Mîrzo berhema wê ked û xebatê ye.

Koma Muzîkê ya Mîrzo heta niha çend stran amade kirine û li ser torên medyaya civakî yên wek Youtube, Facebook û Instagramê belav kirine.

Ganî Mîrzo kî ye?

Ganî Mîrzo di sala 1968an de li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Piştî lîseyê berê xwe daye Helebê û li wir du salanan beşa muzikê xwendiye, pişt re vegeriyaye Qamişloyê û weke mamosteyê muzikê xebitiye.

Piştî qedandina leşkeriyê, ji bo xwendina muzikê berê xwe daye Ewropayê. Ganî Mîrzo ev bîst sal in li bajarê Barcelonayê ya Katalonyayê dijî û piştî kedeke mezin xwe di nav hunermendên vî bajarî de girt û bi nav û deng bû. Ganî Mîrzo niha jî bi awayekî zanistî û profosyonel xebatê li ser pêşxistina muzîka Kurdî dike.

 

Rudaw

Top