Hêzên Amerîkî hîna li Minbicê ne
Peyamnêrê K24ê li Minbicê Ridwan Bêzar da zanîn, li Minbicê hîna xalên hêzên Amerîka li şûne xwe ne û ti tevgera vekişîne çê nebûne.
Da zanîn jî, artêşa Tirkiyê nêzîkî 50 barhilgirên leşkerî ku tank, zirîpoş û otombîlên leşkerî hilgirtine derbasî sînorê Minbicê kirine û li hember Encûmena Leşkerî ya Minbicê bicih kirine.
Herwihe li gor zanyariyên peyamnêrê me, hêzên Encûmana Leşkerî ya Minbicê ketine amedekariyên xwe ji her egerekê re dikin.
Berî çend rojan Serokê Amerîka bi twitterkê ragihandibû, ewê hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin. Piştî biryarê jî, Wezîrê Bergîriyê yê Amerîkayê James Mattis biryarnameya li ser vekişandina leşkerên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê îmze kir.
K24
