Li Mêrdinê nimayişa cilûbergên bi motifên şaristaniyên
Li bajarê qedîm ê Dara ku di nav deverên dîrokî û geştyarî yên Mêrdîna Bakurê Kurdistanê de ye, bi hevkariya Federasyona Cilan û Modayê, Zanîngeha Aydin a Stenbolê û Beşê Dîzayn û Modayê ya Xwendina Bilind a Anadolu û Komeleya Tekstîlên Mêrdînê hatiye organîzekirin nimayişa cilûbergan hat sazkirin.
Di vê defîleya bi navê “Mêrdîna bi keviran hatiye lêkirin û bi hezkirinê hatiye stirandin” de li ser cilên tên pêşandan motîfên şaristaniyên li vir jiyane hatine bikaranîn.
Bi giştî 30 cil di vê defîleyê de hatin pêşandan û gelek manken û xwendekarên xwediyê van dizaynanan jî li cihê nimayişê amade bûn.
Rudaw
