Li Endonezyayê tsunamî: 168 mirî, 745 birîndar
Berdevkê Ajansa Rêvebiriya Afatê ya Neteweyî (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho diyar kir ku di tsunamiya ku li Tengava Sundayê ya dikeve navbera Sumatra û Grava Cavayê çêbû da hejmara miriyan derket 168an, hejmara birîndaran 745 e.
Nugroho diyar kir ku li herêmê 30 kes winda ne û got ku herî zêde meriv li herêma Pandeglangê mirin.
Nugroho destnîşan kir ku li herêma Banten û başûrê bajarê Lampungê ji ber tsunamiyê xesareke mezin çêbû.
Saziya Meteorolojî, Îqlim û Jeofîzîkê ya Endonezyayê (BMKG) jî hişyarî da gel ku nêzî qeraxên tengavê nebin.
Her wiha BMKGyê ragihand ku duh bi şev Çiyayê Agirîn ê Anak Krakatau (Zarokê Krakatau) teqiya û dibe ku piştî teqînê di bin avê da ax şiqitî be û ew jî bûbe sedema tsunamiyê.
Li herêmên ku tsunamiyê lê xist xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin û ji ber ku tsunamiyê li gelek qadên turîstîk da, dibe ku hejmara miriyan zêde be.
Ji ber ku teqîna Çiyayê Agirîn ê Anak Krakatauyê zêde bû di meha îlonê da li herêmê elerim hatibû dayîn.
28ê îlonê da li Kendava Paluyê ya Grava Sulawesiyê bi lerza 7,5an erdhej çêbûbû û piştî erdhejê tsunamî çêbûbû û tê da ji 2 hezarî zêdetir kes miribûn, nêzî 1500î kes winda bûbûn.
Endonezya li ser xeta erdhej û agirîn a “Çembera Agir a Pasîfîkê” ye. Di 26ê berfanbara 2004an da li herêmê erd bi lerza 9,1ê hejiyabû, piştî erdhejê tsunamî rabibû û li tevahiya welatên herêmê 230 hezar kes miribûn.
waar.tv
