• Sunday, 15 February 2026
logo

Koşka Spî: Me dest bi vekişandina leşkerên xwe kir

Gulan Media December 19, 2018 Nûçe
Koşka Spî: Me dest bi vekişandina leşkerên xwe kir
Koşka Spî ragihand ku em derbasî qonaxa nû ya têkoşîna li dijî DAIŞê dibin û me dest bi vekişandina leşkerên Amerîkayê kir.




Koşka Spî diyar kir ku wan dest bi vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê kirine û destnîşan dike ku serkeftina bi ser DAIŞê de nayê wateya bidawîbûna Hevpeymaniya Navdewletî.



Herwiha hat diyarkirin ku Amerîka û hevpeymanên xwe amade ne alîkariyan li ser hemû astan bikin ji bo parastina berjewendiyên xwe.



Herwiha rayedarekî Amerîkayê jî diyar kir ku di 24 demjimêran de hemû stafê Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Sûriyê derdikeve

Rudaw
Top