• Sunday, 15 February 2026
logo

James Jeffrey: Fikra Tirkiyeyê fikreke xeter e

Gulan Media December 19, 2018 Nûçe
James Jeffrey: Fikra Tirkiyeyê fikreke xeter e
dibêje operasiyon xizmeta aramiya deverê nake
Nunerê taybetî yê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyeyê James Jeffrey di gotareke xwe de yaku li navenda steratejî ya Atlantîkê ya li Washîngtonê pêşkêş kir, derbarê operasiyona muhtemel ya Tirkiyeyê a li dijî HSD û YPGê li Rojhilatê çemdê firatê axifî.

James Jeffrey diyar kir ku fikra Tirkiyeyê bo lidar xistina operasiyoneke bi vê rengî fikreke xetere û xizmeta aramiya deverê û şerê dijî DIŞIê nake.

Jeffrey herwiha diyar kir ku Amerîka gelek bi hûrî li siyaset û pilanên Tirkiyeyê dimêzîne û niha ev weke Amerîka û HSD giringî bi tune kirina DIŞIê didin.

Jeffrey herwiha eşkere kir ku HSD û YPG di şerê dijî DIŞIê de û bo tune kirina terorîstên DIŞIê hevpeymanên serekî yên Amerîkayê ne li Sûriyeyê û roleke gelek girîng lîstine.
Top