• Sunday, 15 February 2026
logo

Navê Kerkûkê bo Temîmê hat guhertin

Gulan Media December 19, 2018 Nûçe
Navê Kerkûkê bo Temîmê hat guhertin
Li ser pisuleya benzene nave Kerkûkê bo Temîm tê guhertin. Endamê Lijneya Enerjiyê ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Cemal Mewlûd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ku guhertina navê Kerkûkê bo Temîm corekî bierebkirinê ye û veger e bo serdema Sedam Hisên.



Cemal Mewlûd amaje bi wê yekê da, ku ew biryar tenê biryara Parêzgarê Bi Wekalet ê Kerkûkê Rakan Cibûrî ye û haya ti endamekî encûmenê ji wê guhertinê nîne.



Wî endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê da xuyakirin, guhertina navê Kerkûkê bo Temîmê corek ji bierebkirinê ye û veger e bo serdema Sedam Hisên.



Di serdema hikûmeta Beisê ya Iraqê de bi biryara Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê, navê Kerkûkê hatibû guhertin û kiribûn Temîm. Lê piştî rûxana hikûmeta Beisê û hilweşandina biryarên wê encûmenê navê Temîmê hat rakirin û dîsan bûbû Kerkûk.



Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê, kontrola Kerkûkê ketiye bin destê hêzên hikûmeta navendî ya Iraqê û Rakan Seîd Cibûrî jî weke parêzgarê bi wekalet li şûna Necmedîn Kerîm hatiye destnîşankirin. Ji piştî bûyerên 16ê Cotmehê ve heta niha rêveberiya nû ya Kerkûkê gelek biryar li dijî Kurdan û bi mebesta guhertina dmeografiya vê parêzgeha Kurdistanî derxistine.

Rudaw
Top