• Sunday, 15 February 2026
logo

Adil Ebdulmehdî: Em ê pasaporta dîplomasiyê bidin Nadia Mûrad

Gulan Media December 19, 2018 Nûçe
 Adil Ebdulmehdî: Em ê pasaporta dîplomasiyê bidin Nadia Mûrad
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di kongreyeka rojnamevaniyê da aşkere kir ku wê pasaporta dîplomasiyê bidin Nadia Mûrad û mêrê wê.

Îro Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di kongreyeke rojnemevanî da axivî. Adil Ebdulmehdî aşkere kir jiber kar û barên mirovî wê pasaporta dîplomasiyê bidin Nadia Mûrad û mêrê wê.

Nadia Mûrad keçeke kurdên Şengalê ye ku ketibû destê DAIŞê. Mûrad piştî ji destê DAIŞê rizgar bû dest bi karûbarên mirowî kir û rewşa keçen Şengalê yên di destê DAIŞê da bûn anî rojeva cihanê. Jiber karûbarên mirowî Nadia Mûrad hêjayî Xelata Nobel a Aştiyê hat dîtin.


Basnews
Top