• Sunday, 15 February 2026
logo

Yekitiya Erebî: Tirkiye giringiyê nade daxwazên me!

Gulan Media December 19, 2018 Nûçe
Yekitiya Erebî: Tirkiye giringiyê nade daxwazên me!
Berdevkê Yekitiya Erebî ragehand, Tirkiye giringiyê nade daxwazên Yekitiya Erebî yên ragirtina bombebaranên navçeyên herêma Kurdistanê û Iraqê.

Berdevkê Yekitiya Erebî Mehmûd Efîfî ji rojnameya Şerqulewset re ragehand, gelek caran di civînên lûtkeya erebî de bombebaranên Tirkiyê hatine şermezar kirin.

Mehmûd Efîfî ragehand, bombebarana Mexmûr û Şingalê ji aliyê balefirên şer ên Tirkiyê ve binpê kirina serweriya Iraqê ye û herçend Yekitiya Erebî gelek caran daxwaza rawestandina wan bombebaranan kiribe jî, lê guh nedana Tirkiyê ya wan daxwazan, giringî nedana wan welatên Yekitiya Erebî ye.

Şeva 13.12.2018ê balefirên şer ên Tirkiyê êrîş kirin ser binkeyên PKKê yên li çiyayê Şingalê û qampa penaberên bakûrê Kurdistanê ya Mexmûrê û hejmarek kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Basnews
Top