• Sunday, 15 February 2026
logo

Ahmet Turk: Hikûmeta Tirkiyê şaredariyên Bakur weke qereqolan lê kirine

Gulan Media December 19, 2018 Nûçe
Ahmet Turk: Hikûmeta Tirkiyê şaredariyên Bakur weke qereqolan lê kirine
Siyasetmedar û serokê berê yê Şaredariya Mêrdînê, Ahmet Turk ji Rûdawê re ragihand, şaredariyên bajarên Bakurê Kurdistanê bûne weke qereqolan.



Di hevpeyvînekê de li gel Tora Medyayî ya Rûdawê ku dê îşev demjimêr 22:00 were weşandin, siyasetmedarê Kurd û serokê berê yê Şaredariya Mêrdînê, Ahmet Turk ragihand, sozên wan ên vê carê di hilbijartinên şaredariyan de ji bo xelkê, ev in ku bi ciddî xizmeta gelê xwe bikin û siyaseta biratiya gelan di nava Tirkiyê de bimeşînin.



Ahmed Turk dibêje, ew dizanin dê di pêşerojê de û bi taybet jî piştî hilbijartinên şaredariyan, hikûmeta Tirkiyê gelek astengiyan ji bo wan çêbike, lê tekez dike, ku ew dê bi hemû hêza dengderên xwe xizmetê pêşkêşî xelkê hemû Tirkiyê bikin, bi Kurd, Tirk û Ereb û hemû gelên din ve.





Bi gotina Ahmet Turk, xelk bi hêz û bi berxwedan piştevaniya wan dike, lewma jî ew rewşa ku HDP ketiye têde, eger her hêzeke din a Tirkiyê ketiba vê rewşê, nedima û dê pûç biba.



Di beşeke din a axavtinên xwe de, siyasetmedarê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê dibêje, barekî giran li ser milê siyasetmedaran û gelê Kurd e û hêvî dike ku careke din îradeya gelê Kurd derkeve holê.



Siyasetmedarê Kurd, Ahemd Turk destnîşan kir, Kurd û Turk ne dijminên hev in, lê hikûmeta Tirkiyê şaredariyên Bakûrê Kurdistanê weke qereqolan lê kirine û niha siyaseta zordariyê tê meşandin û demokrasî li ti dereke Tirkiyê nemaye.



Ahemd Turk dibêje jî, siyaseta wan ew e ku siyasetek demokratîk û komareke demokratîk, ku hemû gelên Tirkiyê xwe têde bibînin, ava bibe, ji ber ku zor li hemû gelên Tirkiyê weke Kurdan tê kirin.

Rudaw
Top