• Sunday, 15 February 2026
logo

Berpirsekî ENKSê: serbari astengiyên PYDê xelkê Qamişlo roja Alaya Kurdistanê pîroz kirin

Gulan Media December 18, 2018 Nûçe
Berpirsekî ENKSê: serbari astengiyên PYDê xelkê Qamişlo roja Alaya Kurdistanê pîroz kirin
Berpirsekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand, PYDê nehîşt roja Alaya Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê were pîrozkirin lê welatiyan li ser banê malên xwe Alaya Kurdistanê bilind kirin.

Duh roja Alaya Kurdistanê bû. Ne tenê li Başûrê Kurdistanê li hemû beşên din yên Kurdistanê çalakiyên cur bi cur bi wê helkeftê hatin lidarxistin.

Endamê serkirdetiya ENKSê Silêman Oso li ser pîrozkirina roja Alaya Kurdistanê ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, PYDê dîsa jî nehîşt kurdên Rojava wê rojê pîroz bikin. Ev jî durûtiya PYDê di mijara kurdiniyê de nîşan dide.

Silêman Oso her wiha got, ji ber rûdanên sala 2015 yên bajarokê Girkê Legê, welatî tirsiyane bi girseyî roja Alaya Kurdistanê pîroz bikin. Ji ber wê çaxê hêzên PYDê êrişî welatiyan kirin, li wan dan û gelek kes jî girtin.

Wî berpirsê ENKDê daye zanîn, ruxmî astengiyên PYDê lê dîsa jî welatiyan li ser banê malên xwe Alaya Kurdistanê bilind kirin û ew roj pîroz kirin.

Basnews
Top