Eger heye YNK rûniştina parlamentoya Iraqê boykot bike!
Endamê fraksiyona PDKê li parlamentoya Iraqê Dr. Mihemed Şakir ji BasNewsê re ragehand, di çend rûniştinên borî yên parlamentoya Iraqê de, YNKê û Hevpeymaniya Saîrun boykot kirin, ji ber wê pêşbînî hene ku rûniştina îro jî boykot bikin.
Herwaha got, Dr. Dara Nuredîn kesek bêalî ye û Adil Ebdulmehdî ew kiriye namzed, lê ‘’ti têbiniyeke me li ser tine’’ herwaha wezîrê koç û koçberên Iraqê jî ji aliyê serokwezîrê Iraqê ji pêkhateya mesîhiyan re hatiye dayîn.
Parlamenterê PDKê got: ‘’Wek PDK li gor me pêwîste ji kurdan re 4 wezaret bên dayîn û hemû hewldanên me ew bûn ku PDK sê wezaretan wergire û wezareta çarem jî bo YNKê yan jî bo Gorran ba, ku her du aliyan jî daxwaz dikir. YNKê 18 kursî hene û digot pêwîste ji me re bê dayîn, Gorran jî digot raste 5 nûnerên me hene, lê serokkomar ji YNKê ye.’’ Û got: ‘’Adil Ebdulmehdî ew kesê ku kiriye namzed kesekî teknokrat û maqûl e.’’
Basnews
