• Sunday, 15 February 2026
logo

Nadiya Murad ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê xwast êrişên li ser Şingalê bidin sekinandin

Gulan Media December 17, 2018 Nûçe
Nadiya Murad ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê xwast êrişên li ser Şingalê bidin sekinandin
Çalakvana êzîdî û xwedana xelata Nobel ya aşitiyê Nadiya Murad daxwaz ji Tirkiyê kir, êrişên li ser devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê bidin sekinandin.

Xwedana xelata Nobel ya aşitiyê Nadiya Murad,li ser rûpela xwe ya twîtterê daye zanîn ku duhî li paytexta Qeter-Dohayê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu re hevdîtin kiriye û bi wî re behsa rewşa êzîdiyan kiriye.

Nadiya gotiye ku wê ji Çavûşoglu xwastiye êrişên li ser devera Şingalê bidin sekinandin, her wiha daxwaz kiriye ku Tirkiye û Iraq alîkariya hev bikin da ku pêşiya bordûman û êrişên li ser Şingalê bên girtin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê jî li ser rûpela xwe ya twîtterê behsa hevdîtina xwe û Nadiya Murad kiriye û gotiye, wî bi xwedana xelata Nobel ya aşitiyê Nadiya Murad re behsa rewşa êzîdiyan kiriye.

Çavûşoglu paşê gotiye, PKK/PYD/YPG li ser serkutkirina mirovan li Iraq û Sûriyê bi taybet êzîdî, aşûrî û kurdan.

Basnews
Top