• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê kir

Gulan Media October 2, 2022 Nûçe
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro şemiyê 1ê Cotmehê, pêşwazî li Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsîn Mendelawî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya hilbijartina wî weke Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê pîrozbahî lê kir û di erkê wî de hêviya serkeftinê jê re xwest.

Di hevdîtinê de ku Cîgirê Serokê Parlamentoyê Şaxewan Ebdullah amade bû, rewşa siyasî ya Iraqê û çareserkirina bingehîn a kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûrê, hatin gotûbêjkirin.

 

Basnews

Top