Rêya navbera Sihêla – Şingalê hat vekirin!
Piştî zêdetirî salekê rêya di navbera Sihêla û Şingalê ji ber nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û cezayên Iraqê li ser xelkê Kurdistanê hatibû daxistin. Îro 15.12.2018ê berpirsê asayîşa Sihêla Aştî Koçer ragehand, sê mehe em di danûstandinê de ne û dawiyê de biryar hate dayîn ku rêya navbera Sihêla û Şingalê û herwaha rêya navbera Sihêla û Rabie bê vekirin.
Aştî Koçer ji K24ê re ragehand ku hîn Bexdayê biryara dawiyê li ser vekirina rêya navbera Sihêla û Zumarê nedaye. Lê rêya Sihêla û Şingalê ji îro û pê de ji hemwelatiyên deverê re hatiye vekirin û herkesek dikarê ji vê derê ve hatûçûnê bike.
Li gor zanyariyên BasNewsê hewldanên bihêz hene bo ku rêya navbera Sihêla û Zumarê jî bê vekirin û eger heye di çend rojên pêş de ew rê jî bê vekirin.
Basnews
