Serok Barzanî pêşwazî li Cîgirê Yekem ê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir
Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Cîgirê Yekem ê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Muhsîn Elî Mendelawî kir.
Li gor daxuyaniya fermî ya Baregayê Barzanî derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatiye dayîn waha ye:
Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Yekemê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir
Roja şemî 01.10.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Muhsîn Elî Mendelawî Cîgirê Yekemê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir.
Li hevdîtinê de ku Şaxewan Abdulla Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê jî amade bû, Serok Barzanî pîrozbahiyê li Muhsîn Elî Mendelawî ya ji bo hilbijartina wekî Cîgirê Yekemê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest. Her wiha Cîgirê Yekemê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê spasî rola Serok Barzanî ya li proseya siyasiya Iraqê û hewlên wî yên ji bo nehiştina binbesta siyasî kir.
Her li vê hevdîtinê de di derbarê pêşhatên dawî ya di nav proseya siyasiya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Basnews
