• Sunday, 22 February 2026
logo

Serkirdeyekî Komeleyê: Helwestên PJAK û PKKê di xizmeta Komara Îslamî ya Îranê de ne

Gulan Media October 2, 2022 Nûçe
Serkirdeyekî Komeleyê: Helwestên PJAK û PKKê di xizmeta Komara Îslamî ya Îranê de ne

Berpirsê Sekreteriya Komîteya Navendî ya Partiya Zahmetkêşên Kurdistanê dibêje: ‘’Daxuyanî û helwestên PJAK û PKKê yên li Amerîka û civaka navdewletî bi taybetî Amerîkayê piştgirîkirine li Îranê.’’

Berpirsê Sekreteriya Komîteya Navendî ya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê  Aram Ebdullah ji BasNewsê re got: “PJAK baskê siyasî yê PKKê ye li Rojhilatê Kurdistanê, biryarên xwe yên serbixwe nînin, ti cudahiyên wan ên bîrdozî nînin. Bîrdoziya wê ya PKKê ye û di bin bandora biryarên PKKê de ne, her wiha nekarîne xwe li gorî berjewendiyên rojhilatê biguncînin."

Aram Ebdullah dibêje ‘’Mixabin daxuyaniyên berpirsên PKK û PJAKê li dijî helwesta niha ya Komara Îslamî ya Îranê û aloziyên wê ligel civaka navdewletî û bi taybetî Amerîka, piştevaniya xwe ji Îranê re radigihînin.

Li ser siyaseta PJAKê jî Aram Ebdullah dibêje: "Me ji wan re got ku em guncaw nabînin ku destwerdana li Rojhilatê Kurdistanê bikin. Me ew rexne kirin heta ku PJAK siyaseta xwe ya serbixwe nebe û xwe li gorî têkoşîna partiyên siyasî yên Rojhilat mixabin ev yek nedîtiye."

 

Basnews

Top