• Sunday, 15 February 2026
logo

Pisporeka Îsraîlî: Êrişên Tirkiyê li ser Şingal û Mexmûrê metirsî ne li ser Herêma Kurdistanê!

Gulan Media December 15, 2018 Nûçe
Pisporeka Îsraîlî: Êrişên Tirkiyê li ser Şingal û Mexmûrê metirsî ne li ser Herêma Kurdistanê!
Pisporeka Îsraîlî dibêje, qesta Erdogan ji tehdîd û gefên li dijî YPGê, ew e ku Amerîka dest ji alîkarîkirina YPG û kurdên Sûriyê berde, êrişên li ser Şingal û Mexmûrê metirsiyê li Herêma Kurdistanê jî çêdikin.

Pispora Îsraîlî û endama navenda lêkolînan ya Moshe Dayan li zankoya Tel Avîvê, Dr. Ofra Bengio li ser gef û tehdîdên serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser Rojavayê Kurdistanê û YPGê, ji radyoya Dengê Amerîka (VOA) re gotiye, heta niha nayê zanîn Tirkiye dê êrişî rojhilatê Ferêt û hêzên kurdî bike yan na. Sê îhtimal hene; yan dê êriş bike, yan dê wek kartek fişarê li dijî Amerîka bikar bîne yan jî dixwaze bi vê yekê peyamekê bide cîhan û gelên Tirkiyê û dibêje “emê wiha li dijî YPGê û kurdan şer bikin”.

Dr. Ofra Bengio her wiha gotiye, lê qesta serekî ya Erdogan ji wan tehdîdan, Amerîka ye. Tirkiye dixwaze bi vî rengî Amerîka neçar bike ku dest ji alîkarîkirina YPG û kurdên Sûriyê berde. Lê bi texmîna min Amerîka dê her pişta Tirkiyê bigire ji ber ku di dîrokê de wisa bûye Amerîka her dem xwe daye kêleka dewletan ne wan karakterên ku bê dewlet bûne.

Li ser êrişên Tirkiyê yên li ser Şingal û Mexmûrê jî wê pispora cihû gotiye, ew êriş nîşan didin ku Herêma Kurdistanê jî di bin metirsiyê de ye. Hûn dizanin, dema DAIŞê êrişî Herêma Kurdistanê kir û nêzîkî Hewlêrê bû, Herêma Kurdistanê daxwaza alîkariyê ji Tirkiyê kir, Tirkiyê tiştek nekir! Wê demê jî Tirkiye û Herêma Kurdistanê hevalbendên stratejîk jî bûn!



Basnews
Top