Wezareta Navxwe: Herêma Kurdistanê ti carî razî nebû bi binpêkirina serweriya xakê û pêkanîna êrîşan
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li ser êrîşên Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, “Herêma Kurdistanê ti carî razî nebû bi binpêkirina serweriya xakê û pêkanîna van êrîşan.”
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê îro Înê 30ê Îlona 2022an derbarê êrîşên Îranê li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê û Amerîkayê daxuyaniyek da.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand, “Nûner û şandên Îranê di civîn û medyayê de çendîn caran gefa êrîşkirina ser bingehên opozîsyon û Amerîkayê kirine; haya partiyên opozîsyonê ji van gefan hebû. Lê belê Herêma Kurdistanê ti carî razî nebû bi binpêkirina serweriya xakê û pêkanîna van êrîşan û em bi tundî şermezar dikin.”
Serokerkanê Hêzên Çekdarî yên Îranê Mihemed Baqirî di civîneke rojnamevaniyê de got, “Şîreta me ji welatên cîran re ew e ku eger ji baregehên leşkerî yên Amerîkayê li welatên cîran êrîşeke dijminane li dijî Komara Îslamî ya Îranê û ewlehiya neteweyî ya me were kirin, teqez em ê bersivekê bidin.”
Supaya Pasdarên Îranê roja Çarşemê 28ê Îlona 2022an hemwext êrîşî binke û baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ên di nav sînorên Herêma Kurdistanê de kir.
Di êrîşan de sivîl jî di nav de 15 kes şehîd bûn, 10 jê giran 46 kes jî birîndar bûn.
Rudaw
