Şervanên QSD`ê 500 sivîl rizgar kirin
Şervanên QSD`ê li xeta Sûsê, Şicle û Baxoz ên girêdayî Dêrêzorê zêdeyî 500 sivîlî rizgar kirin.
Çavkaniyeke leşkerî ji ajansa me re ragihand ku şervanên QSD`ê li xeta, Sûsê û Şicle û Baxoz yên girêdayî Dêrêzorê yên nêzî sînorê Îraqê zêdeyî 500 sivîlê rizgar kirin û ew ber bi cihên ewle ve birin.
Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî jî QSDê zêdetir ji hezar sivîlên din li deverên di destê DIŞIê de rizgar kiribû.
