• Sunday, 15 February 2026
logo

Barzanî û Helbûsî rewşa siyasî ya Îraqê û deverê dinirxînin

Gulan Media December 15, 2018 Nûçe
Barzanî û Helbûsî rewşa siyasî ya Îraqê û deverê dinirxînin
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja înê 14.12.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Mihemed Helbûsî Serokê Parlamentoya Îraqê û şandeya pê re kir.

Rewşa siyasî û emnî ya Îraqê, gavên ji bona timamkirina kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê tên avêtin, dagirtina wan posteyên heta niha vala mane û astengên li pêşiya pirosesa siyasî di civînekê de hatin gotûbêj kirin û her du aliyan tekîd li ser timam kirina piroseyeke siyasiya saxlem li Îraqê kirin.

Pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û danûstandinên ji bona çareser kirina arîşeyan li gor destûra Îraqê mijarek din ya civînê bû.

Barzanî û Helbûsî behsa rewşa koçber û penaberên destê terorê ku niha li Herêma Kurdistanê dijîn, kirin û bi pêwîstî zanîn ku hikûmeta Îraqê zêdetir alîkariya wan bike, devarên wan yên ji bin destê DAÎŞê hatine rizgar kirin avadan bike, ku bikaribin ji bo ser cî û warên xwe veger in.


Top