Rûsya ne ligel Operasyona rojhilatê Firatê ye
Bogdanov diyarkir: “Liser hewla Tirkiye ya pêkanîna Operasyoneke Tirkiye beramberî Kurdan li rojhilatê Firatê, bi hemû aliyên pirsgîrekê re, em dinav pêwendiyan de ne û daxwaza çareseriyê bi rêyên siyasî û diyalogê dikin”.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê di Civîna 11emîn a Komisyona Hukimetî ya Suriye-Rûsya de axifî: “Ligel Kurdan ûn dinav Sûriye û derveyî Sûriye de, em dinav pêwendiyê de ne, diyalogê berdewam dikin. Em daxwaza nêzîkahiyek aram dikin. Em di vê baweriyê de ne ku, diyalog û çareseriyên siyasî ji şer, wêrankirin û aloziyên çekdarî baştir e”.
Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan roja çarşemiyê anîbû ziman ku, di rojên nêzîk de, dê Operasyonê beramberî rojhilatê Firatê pêkbîn in.
K24
