• Sunday, 15 February 2026
logo

Îro 104mîn salvegera bidarvekirina Şêx Ebdulselam Barzanî ye

Gulan Media December 14, 2018 Nûçe
Îro 104mîn salvegera bidarvekirina Şêx Ebdulselam Barzanî ye
Îro 14ê Kanûna 2018, 104mîn salvegera bidarvekirina Şêx Ebdulselam Barzanî ji aliyê Dewleta Osmanî ye.



Roja 14ê meha 12 a 1914an, bi biryara Dewleta Osmanî, Şêx Ebdulselam Barzanî li bajarê Mûsilê hate bidarvekirin.



Şêx Ebdulselam Barzanî piştî 7 salan ji domandina şoreşê li devera Barzan, li ser bidestxistina mafên niştimanî û neteweyî yên gelê Kurd hat îdamkirin.



Rojnamevan û dîroknivîsê Fransî yê Navdar Krîs Koçêra dibêje: "Şêx Ebdulselam Barzanî xwediyê yekemîn manîfestoya tevgera rizgarîxwaz a niştimanî ya Kurd e."



Şêx Ebdulselam, sala 1907an ji bo cara yekemîn, êl û eşîrên Kurd li Duhokê li ser çend daxwazên ji bo gelê Kurd li hev civandin û daxwaz ji sultanê dewleta Osmanî re şandin, lê dewleta Osmanî ev yek wek hewldan ji bo cudabûnê şirove kir û êrîşî devera Barzan kir.



Şêx Ebdulselam Barzanî, çendîn reform û çaksaziyên sereke encam dane, weke parastina daristanan, qedexekirina nêçîra balinde û candaran, qedexekirina mehrkirina keçên di temenê zaroktiyê de, qedexekirina lihevanîna xwîndariyê bi jinan, qedexekirina wergirtina pereyan li hember zewicandina jinan, dabînkirina azadiya olî û merasîmên olî ji bo bawermendên ola Mesîhî û Cihûyan.



Şêx Ebdulselam Barzanî



Îro salvegera bidarvekirina Şêx Ebdilselam Barzanî ye

14-12-1914an, bi biryara Dewleta Osmanî, Şêx Ebdilselam Barzanî li Mûsilê hate darvekirin

1907an ji bo cara yekemîn, êl û eşîrên Kurd li Duhokê li ser çend daxwazên bo gelê Kurd lihev civandin

Rudaw
Top