YPGê : Me pênc serbazên Tirk li Efrînê kuştin
Navenda ragiahndinê ya YPGê, di daxuyaniyekê eşkere kir ku şervanên wê di dîroka 13-12-2018an de, xaleke leşkerî ya artêşa Tirkiyê li gundê Kîmarê yê navşeya Şêrewa armanc kir û di encamê de pênc serbazên Tirk hatine kuştin.
Tê zanîn ku duh wezareta berevaniya Tirkiyê ragihand ku serbazekî wan li gundewarê Helebê ji aliyê YPGê ve hatiye kuştin, û piştî wê topxaneya Tirkî, herdû gundên Soxanekê û Bênê armanc kir û di encamê de çar welatî birîndar bûn.
Ev pêşkevtinên dawî di demekê tên ku serokomarê Tirkiyê gefên ajotina êrîşekê li ser deverê rojhlatî Feratê ya Rojavayê Kurdistanê dixwe.
Basnews
