Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî cotkarên Raperînê tên qerebûkirin
Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 641 cotkarên sînorê îdareya serbixwe ya Raperînê têne qerebûkirin.
Li gor nivîsa hejmara 3136 ku roja 29ê Îlonê hatiye îmzekirin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo bercestekirina dadperwerî û wekheviyê, biryar daye 641 cotkarên sînorê îdareya Raperîn werin qerebûkirin, ku zeviyên wan ên çandiniyê ketine sînorê şarevaniyan.
Di nivîsê de hatiye eşkerekirin ku her cotkarek li hember du donim zevî, bi parçeyekî erdê niştecîbûnê bi qasî 200 metre çargoşe, dê werin qerebûkirin.
Serperiştyarê Îdareya Raperînê Hîwa Qerenî ji Kurdistan24ê re ragihand, ew cotkar beriya niha zeviyên wan ketine sînorê şarevaniyan û daxwaza wan ew bû ku werin qerebûkirin.
K24
