• Sunday, 22 February 2026
logo

Vatîkan spasiya herêma Kurdistanê dike

Gulan Media September 30, 2022 Nûçe
Vatîkan spasiya herêma Kurdistanê dike

Serokwezîr li gel balyozê Vatîkanê yê li Îraqê civiya.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel balyozê Vatîkanê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Vatîkanê yê li Îraqê birêz Metran Mitja Leskovar kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraq û pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Vatîkanê kir.

Balyozê Vatîkanê silav û rêz, spasî û rêzdariya Qedaseta Papaya Vatîkanê gehande me jiber biharwar çûn û mêwandarî kirina aware û penaberan bi giştî û mesîhî bi taybetî ku, niha li herêma Kurdistanê de di nava rewşeke aram û aştiyane de dijîn.

Di berdewamiya civînê de me pêbendiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya bo pêşde birina çanda lêbûrîn û bihevre jiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda cuda de diyar kir.

 

 

Top