• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Kabulê di nav xwendekaran de teqîn çê bû: 19 kes hatin kuştin

Gulan Media September 30, 2022 Nûçe
Li Kabulê di nav xwendekaran de teqîn çê bû: 19 kes hatin kuştin

Li Kabul a paytexta Efxanistanê teqîneke xwekujî di nav hola ezmûna xwendekaran de çê bû û di encamê de 19 kesan canê xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn. Li gor hikûmeta Efxanistanê, teqîn li rojavayê bajarê Kabulê û di dema ezmûna xwendekaran de çê bûye.

Sibeha îro Înê 30ê Îlona 2022 li taxa Deşta Baraçî li rojavayê bajarê Kabulê ku piraniya niştecihên wê Şîne û ji etnîka Hezare ne, teqînek mezin çê bû.

Berdevkê Polîsê Kabulê, Xalîd Zerdan ragihandiye, “xwendekaran xwe ji bo ezmûnê amade dikir, dema ku li wê navenda perwerdeyê teqîn çê bû.”

Derbarê hejmara kuştî û birîndarên teqînê de jî Berdevkê Polîsê Kabulê diyar kir, 19 kesan canê xwe ji dest dane û 27 kes jî birîndar bûne.

Wêne û dîmenên dema teqînê ji aliyê medyayên navxweyî yên Efxanistanê ve li ser torên civakî hatine belavkirin ku têde xuya dibe birîndar bo nexweşxaneyan tên veguhastin.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Efxanistanê, Ebdulnefî Takor di twîttekê de ragihandiye, “tîmên Asayişê gihîştine cihê bûyerê, û em dê paşê hûrgilî û ziraran ragihînin.”

Ebdulnefî Takor herwiha gotiye, “êrîşkirina ser hemwelatiyên sivîl nîşana nemirovî û bê exlaqî ya dijmin e.”

Piştî kontrolkirina desthilata Efxanistanê ji aliyê Talibanê ve, wiha dihat pêşbînîkirin ku êdî şer û pevçûn û teqîn li wî welatî nemînin, tevî ku di destpêkê de rewşa Efxanistanê hinekî aram bû lê belê di wan demên dawî de êrîş û aloziyên li wî welatî zêde bûne.

Piraniya êrîşên ku li Efxanistanê diqewimin, li wan navçeyan çê dibin ku etnîka Hezare lê dijîn.

Sala bihorî jî li taxa Deşta Baraçî ya Kabulê û li nêzîk dibistanekê teqînek çê bibû û di encamê de 85 kesan canê xwe ji dest dabûn ku piraniya wan xwendekarên keç bûn.

 

Rudaw

Top