Karvedanên navdewletî li beramber êrîşên Îranê
Êrîşên mûşekî û dronî yên Îranê bo ser binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li nav axa Herêma Kurdistanê ku di encamê de 15 kesan canê xwe ji dest dan û 46 kes jî birîndar bûn, rastî karvedaneke berfireh a navdewletî hat, bi taybetî Amerîkayê bertekeke tund nîşan da.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price li ser êrîşê de ragihand, “Em bi tundî bikaranîna êrîşa mûşekên balîstîk û dronan ji aliyê Îranê ve li dijî Herêma Kurdistana Iraqê şermezar dikin û wek binpêkirineke bê hincet a serweriya yekparçeyiya axa Iraqê dibînin.”
Ned Price her wiha got, “Em piştgiriya xelk û Hikûmeta Iraqê dikin li dijî van êrîşên xuya ye ku bo ser serweriya wan tên kirin.”
Rawêjkarê Asayîşa Nîştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan jî êrîşên Îranê weke bazdana Îranê ji pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi nav kir û got, “Îran nikare bi êrîşkirina ser derveyî sînorê xwe, xwe ji pirsgirêk û nerazîbûnên rewa yên nav welatê xwe vedize.”
Jake Sullivan diyar kir, “Berpirsên Îranê li ser pêşandana bêrêziyeke diyar berdewam in, ne tenê bo jiyana xelkê xwe, lê bo cîranên xwe û prensîpên serekî yên serwerî û yekparçeyiya axê ku di beyannameya Neteweyên Yekbûyî de hatine ferzkirin.”
Rawêjkarê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê destnîşan kir, “Amerîka li ser ferzkirina ceza û bikaranîna amrazên din berdewam dibe bo rêgirtin li çalakiyên têkder ên Îranê li hemû navçeya Rojhilata Navîn.”
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) jî di daxuyaniyekê de ragihand, “Ev êrîşên wiha, gefê li jiyana xelkên sivîl ên bêguneh dixwin û aramiya navçeyê ku xebateke dijwar bo hatiye kirin, dixe metirsiyê.”
CENTCOMê her wiha tekez kir, “Ji bo piştgirîkirina hêzên hevbeşên me li Iraqê, Hêzên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê rewşê dinirxînin.”
Wezareta Derve ya Almanyayê jî êrîş şermezar kir û ragihand, “Ev êrîş nayên qebûlkirin.”
Di daxuyaniyekê de Wezareta Derve ya Almanyayê ragihand, “Em bi nîgeraniyeke zêde berê xwe didin êrîşên Îranê bo ser Herêma Kurdistana Iraqê ku hevdem in ligel xwepêşandanên navxweyî yên siyasî li Îranê. Em bi zelalî hewldanên girêdana sedemên xwepêşandanên nav Îranê bi welatên cîran ve red dikin.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin, “Divê Îran rêzê li serweriya yekparçeyiya axa Iraqê bigre û yekser êrîşên xwe rawestîne.
Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê bo Karûbarê Rojhilat, Tariq Ehmed jî got, “Divê Îran topbarana bêserûber ya ser bajarokên Kurdî rawestîne, ku bûye sedema kuştina xelkê bê tawan û zerar gihandiye jêrxana sivîl.”
Wî rayedarê hikûmeta Brîtanyayê diyar kir, “Ev êrîş binpêkirina serweriya yekparçeyiya axa Iraqê ne û bi hemû awayekî red dikin”
Rêxistina UNHCR a ser bi Neteweyên Yekbûyî jî ragihand, “Em bi awayê herî dijwar êrîşan şermezar dikin” û diyar kir, “Li gor raporan, êrîş bûne sedema kuştin û birîndarbûna xelkê sivîl, ku beşek ji wan jin û zarokên penaber in.”
Mîsyona Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) jî da xuyakirin, “Dîplomasiya mûşekbaranê, derencamên wêranker jê derdikevin.”
UNAMIyê daxwaz kir ku yekser êrîş bên rawestandin û diyar kir, “Iraq û Herêma Kurdistanê jî ligel be, em wê nerînê red dikin ku wek `hewşa paşê` ya navçeyê tevger ligel bê kirin û têde serweriya cîranan bi awayekî rotini û bêserûber bê binpêkirin. Dîplomasiya mûşekbaranê kiryareke xirab e û dibe sedema derencameke wêranker.”
Wezareta Derve ya Misirê jî êrîşa Îranê bi tundî şermezar kir û diyar kir, “Êrîş destdirêjiyên ne rewa ne.”
Di daxuyaniyekê de Wezareta Derve ya Misirê ragihand, “Misir çavdêriya wê aloziyê dike ku di dema çend rojên borî de li deverê qewimîn û derbarê derencam û bandora wan li ser aramiya navçeyê û parastina gelên wan de hişyariyê dide.”
