• Sunday, 22 February 2026
logo

PKKê berpirsyariya êrîşa li Mêrsînê li xwe girt

Gulan Media September 29, 2022 Nûçe
PKKê berpirsyariya êrîşa li Mêrsînê li xwe girt

HPG baskê çekdarî yê PKKê di daxuyaniyekê de berpirsyariya êrîşa li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê qebûl kir û nasnameya du endamên xwe yên ku êrîş pêk anîne, aşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê dibêje, “Şeva 26’ê Îlonê li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê li dijî artêşa dijmin ji aliyê du hevalên me ve çalakiyeke fedayî hatiye lidarxistin. Ev çalakî weke bersiveke li dijî zextên li ser zindanan, komkujî û çekên kîmyewî yên li dijî gerîla hate pêşxistin.”

HPGê nasnameya her du jinên ku êrîş pêk anîne jî aşkere kiriye û ragihandiye, “Dilara Ûrper” bi nasnavê “Sara Tolhildan” xelka Şirnexê û “Emel Feremez Hisên” bi nasnavê “Rûken Zelal” û xelka Qamişlo êrîş pêk anîne.

Pêştir rayedarên Tirkiyê navê “Dilşah Ercan” weke yek ji êrîşkarên êrîşa roja 26ê Îlonê li Mêrsînê anîbûn, lê belê HPGê dibêje, endama wan Dilşah Ercan a bi nasnavê “Zozan Tolan” di êrîşê de beşdar nebûye û li ser erka xwe ye.

Şeva 26ê Îlona 2022ê 2 kesan êrîşî binkeya polîsan a li navçeya Mezîtlî ya Mêrsinê kiribûn û di êrîşê de polîsek Tirkiye hat kuştin û yek jê polîs 4 kes birîndar bûn.

Piştî vê êrîşê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand yek ji kesên ku êrîş pêkaniye “Dilşah Ercan” e ku bi nasnavê “Zozan Tolan” tê naskirin û di nav baskên ciwanan ê PKKê de bûye. Navê Dîlşah Ercan weke rojnamevan di vê rapora CHPê ya sala 2012ê  de cih digire ku derbarê 188 rojnamevan girtî  de hatiye amadekirin û wê demê daxwaza azadkirina wan dihat kirin.

Serokkomarê Tirkiyê piştî êrîşê roja Sêşemê li ser wê raporê CHP got: “Hûn li pey şopa kîjan ji van terorîstan biçin, serê wan digihe HDPê yan jî ji wan aliyên in ku CHP weke rojnamevan,  siyasetmedar û nûnerên civaka sivîl xwedî li wan derdikeve. Piştî van gotinên Erdogan gelek kesan li ser hesabên xwe yên medya civakî CHP û HDP kirin armanc.

 

 

Rudaw

Top