• Sunday, 22 February 2026
logo

12 roj in li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan tên kirin

Gulan Media September 29, 2022 Nûçe
12 roj in li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan tên kirin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di şeva 12an de xwepêşandan û nerazîbûn berdewam bûn û tevî rewşa tund a emnî û belavbûna hêzan di nav cade û kolanên bajaran de, xelk bi şêwazîên cuda nerazîbûna xwe li hember desthilata Îranê nîşan dan û bûyera canjidestdana Jîna Emînî şermezar kirin û daxwaza azadî û wekheviyê kirin.

Li gor dîmenên ku belav bûne, şevê din li bajarên wek Tehran, Tewrêz, Isfehan, Kerec, Yez, Şîraz, Meşhed, Sine, Urmiye û Necef Abadê xwepêşandan hatine lidarxistin.

Li bajarê Sine hejmarek xelk daketin kolan û cadeyên bajêr, keçên Kurd xawik li serê xwe rakirin û dirûşmên jin, jiyan, azadî, mirin bo dîktator gotin.

Herwiha hejmarek kesan jî di nava otomobîlên xwe de li ser cade û rêyên giştî bi dengê hornên berdewam nerazîbûna xwe nîşan dan.

Li Isfehanê jî xwepêşandan berdewam bûn. Hêzên emnî yên Îranê li bajarê Necef Abad a Isfehanê hejmarek xwepêşander desteser kirin û ji bo belavkirina xelkê gaza rondikrêj bi kar anîn.

Herwiha xwendekarên Zanîngeha Isfehanê bi xwendina sirûdên şoreşgerî berdewamî dane nerazîbûna xwe.

Xwendekarên Zanîngeha Şîrazê jî bi heman awayî li dijî desthilata Îranê xwepêşandan kirin û gotin, di demekê de ku xwendekar ji aliyê hêzên emnî ve tên kuştin, ew bêdeng nabin.

Li aliyekî din xwandekarên hejmarek ji zanîngehên Îranê weke piştgiriya li xwepêşandanan û nerazîbûna li bermanber desteserkirina hejmarek ji xwendekaran, proseya xwendinê boykot kirine.

Jîna Emînî ya 22 salî û xelka Seqizê êvara roja Sêşema 13ê Îlona 2022an li stasyona Heqanî ya metroya Îranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Tehranê ve bi hinceta pabendnebûna bi hicaba Îslamî hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeheke polîsan li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû şandin.

Roja 16ê Îlonê piştî ku sê rojan li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê ma û di demekê de ku di komayê de bû û mejiyê wê rawestiyabû, Jîna Emînî canê xwe ji dest da.

Cinazeyê Jîna Emînî di 17ê îlonê de li welatê wê Seqizê hatibû definkirin. Piştî merasima cinaze li Tehran û bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanan dest pê kiribû.

Ji roja 16ê Îlonê ve li bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê dest pê kirin û piştre derbasî seranserê Îranê bû.

Li gor rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, ji destpêka xwepêşandanan ve li Rojhilatê Kurdistanê 19 kes hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne û bi sedan kes jî hatine desteserkirin.

Herwiha li gor rêxistina mafên mirov a Îranê, herî kêm 76 kes di xwepêşandanên wan rojan de li seranserê Îranê canê xwe ji dest dane, ku 6 jin û 4 zarok jî di nava wan de hene.

 

Rudaw

Top