• Sunday, 15 February 2026
logo

Serok Barzanî: Hêvî dikim cejn bibe destpêka xweşî û aramî

Gulan Media December 13, 2018 Nûçe
Serok Barzanî: Hêvî dikim cejn bibe destpêka xweşî û aramî
pîrozbayî li Kurdên Êzidî dike
Serok Barzanî bi minasebeta cejna rojî ya Êzî ya Kurdên Êzidî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Kurdên Êzidî li Kurdistan û cîhanê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye ku hêvî dikim ev cejna han bibe destpêka aştî, aramî û bextewerî bo tevahiya xuşik û birayên Êzidî li Kurdistan û cîhanê de ku di demên derbasbûyî de rastî karesatên mezin hatine û rizgar bûne.

Serok Barzanî herwiha nivîsandiye ku serfiraziye bo tevahiya me ku Kurdistanê welatê biratî û bihevre jiyanê ye û lazime bi hewla tevahiya aliyan ev biratî û bihevre jiyan were parastin.

Top