• Sunday, 15 February 2026
logo

PDK û YNKê li ser 4 xalan li hev kirin

Gulan Media December 12, 2018 Nûçe
PDK û YNKê li ser 4 xalan li hev kirin
Herdu polîtboruyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) îro civiyan û li ser 4 xalan li hev kirin.



Herdu polîtboruyên PDK û YNKê îro li Hewlêrê civiyan û li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û çend mijarên din gotûbêj kirin.



PDK û YNKê îro derbarê civîna endamdên polîtboruyên siyasî yên herdû aliyan daxuyaniyeke hevbeş belavkirin û têde hat ragihandin ku çend mijarên giring hatine gotûbêjkirin û li ser 4 xalan li hev kirine.



Mijarên li ser hev kirine ev in:



-PDK û YNK li gor pêwîstî û mercên heyamê avakirina mekanîzmayekî dualî ya siyasî û aborî ku bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibe piştevan.



-Di çareserkirina pirsgirêkên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hevkarî û yekhelwestî. Bi hev re pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û Bexdayê, rewşa Kerkûkê û herêmên Kurdistanî yên li derbeyî îdareya Herêma Kurdistanê ne çareser bikin.



-Avakirina komîsyoneke ji bo yekhelwestiya Herêma Kurdistanê û bo çareserkirina pirsgrêkan proje bêne amadekirin.



-Piştevanî li hewlên pêkanîna hikûmeta nû bêne kirin.



Di civîna îro de, Cîgirê Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî serokatiya şanda PDKê û Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê, Kosret Resûl Elî jî serokatiya şanda YNKê kirin.



Di nava wan partiyên siyasî de ku li parlamentoya Kurdistanê xwedî kursî ne, tenê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Nivşê Nû biryar dane, ku beşdarî di hikûmetê de nekin, aliyên din li benda PDKê ne, jibo ku danûstandinên gotûbêjên pêknîna hikûmetê dest pê dike.



Li gor xişteya ku şanda PDKê ya danûstandikar daniye, PDK dixwaze berî dawiya îsal (2018) Desteya Serokatiya Parlamentoyê were hilbijartin û piştî betlaneya sersalê jî civînên di derbarê hûrgiliyên pêkanîna hikûmeta nû de bêne destpêkirin.



Partiya Demokrata Kurdistanê di civîna encûmena serkirdatiya xwe de ku di 3ê Kanîna îsal li Hewlêrê hat lidarxistin, Nêçîrvan Barzanî bo posta Serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî jî bo Serokwezîriya Herêma Kurdistanê berbijêr kiribû.



Di hilbijartinên 30ê Îlona îsal (2018) de, PDKê 45 kursiyên parlamentoyê bi dest xist û bû yekemîn lîst, herwiha YNKê jî bi bidestxistina 21 kursiyan pileya duyem bi dets anîbû.

Rudaw
Top