• Sunday, 15 February 2026
logo

Cemîl Bayik, YNK hişyar kir!

Gulan Media December 12, 2018 Nûçe
Cemîl Bayik, YNK hişyar kir!
Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik, YNK hişyar kir û ragehand ku biryara daxistina binkeyên Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê, ku grubeke ser bi PKKê ne li Silêmaniyê, dê bibe sedemê lewazbûna YNKê.

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik di hevpeyvîna li gel kanala televizyona Medya Haber a ser bi PKKê de ragehand, YNKê li ser daxwaza Tirkiyê biryara daxistina binkeyên Tevgera Azadî daye.

Cemîl Bayik YNK hişyar kir û diyar kir, biryara daxistina binkeyên Tevgera Azadî dibe ku dervey YNKê jî hatibe dayîn û li ser YNKê tê ferz kirin. Yên ku ev biryar dane, dixwazin bi vê biryarê re du armancên xwe bi dest bixin. Qaşo ew ê PKK û YNKê bînin hemberî hev û ew ê derbê li PKK û YNK’ê bixin. Divê YNK ji bo berjewendiyên biçûk û rojane tevnegere û divê baş fêm bike ku ev biryar ew ê rê li ber encamên çawa veke.

Berî naha BasNewsê aşkera kiribû ku Cemîl Bayik nameyek gef xwarinê ji malbata Talabanî re rêkiribû û amaje bi wê kiribû ku, eger YNK dijatiya PKKê berdewam bike dê hêzên xwe li navçeyên sînorê parêzgeha Silêmaniyê bixin tevgerê û hewl bidin pêgehên xwe li navçeyê berfireh bikin.

Basnews
Top