• Sunday, 22 February 2026
logo

Îran berdewame li ser topbaran kirina deverên sînorî de

Gulan Media September 26, 2022 Nûçe
Îran berdewame li ser topbaran kirina deverên sînorî de

Ev sê roje topbaran kirina wan deveran berdewame.

Li gor zaniyariyên ku, Peyamnêrê me yê li devera Sîdekanê dane, îro careke din artêş û topxaneya Îranê dîsa dest bi topbaran kirina deverên sînorî yên Kurdistanê kiriye.

Peyamnêrê me eşkere kir ku, îro artêşa Îranê bi dijwarî zozanên Berbizin ya ser bi devera Sîdekanê topbaran kiriye.

Di encama topbarana han de zirarên madî yên gelek mezin ber Cotkar, xwedan sewal û jîngeha deverê ketine.

Weke tê zanîn ji roja şemî ve Îran dest bi topbaran kirina wan deveran kiriye.
 

 

 

Top