• Sunday, 22 February 2026
logo

Çavuşoglu: Em ji ber ku Amerîka çekan dide PYDê aciz in

Gulan Media September 25, 2022 Nûçe
Çavuşoglu: Em ji ber ku Amerîka çekan dide PYDê aciz in

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, di pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê de mijarên ku herî zêde wan aciz dikin sizayên CAATSA û şandina çekan ji bo Rojava ne. Herwiha Çavuşoglu got jî “Di vê mijarê de em ji hevalbendê xwe Amerîkayê hesasiyetê hêvî dikin.”

Çavuşogluyê ku di çarçoveya 77emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de li Amerîkayê ye, piştî bidawîbûna peywendiyên xwe yên li New Yorkê, çû Konsulxaneya Tirkiyê ya li Los Angelesê û li wir behsa peywendiyên Amerîka û Tirkiyê kir.

Çavuşoglu got “Mixabin DYA hê jî li Sûriyeyê piştgiriyê dide PKK/PYDê. Ya rastî piştgiriyê dide bernameya wan a cudaxwaz. Lê vê rêxistina terorîst di van demên dawî de jî êrîşên xwe zêde kirine. Hebûna FETO ya li vir û li aliyê din sizayên CAATSAyê mijarên ku me aciz dikinin. Bi rastî ev hemû ji bo me pirsgirêka ewlekariya netewî ye. Em di vê mijarê de ji hevalbendê xwe DYE hesasiyetê hêvî dikin, em hêvî dikin ku hesasiyetên me fem bikin.”

Çavuşoglu diyar kir ku wî li New Yorkê bi hevtayê xwe yê Amerîkayê Antony Blinken re li ser hemû pirsgirêkan axivînê û li ser hevdîtinên vîzeyê û mijarên herêmî jî gotûbêj kirine û wiha berdewamkir:

“Di encamê de, divê em pirsgirêkên ku di van têkiliyan de derketine kêm bikin an ji holê rakin, ji bo berjewendiya herdu welatan e ku em hevkariya xwe zêde bikin. Tirkiye ne yek ji aktorên herî girîng ên qadên pêşîn ên Amerîkayê ye, lê aktorê herî girîng e. Ji ber vê yekê divê Amerîka bi gotina 'spas' girîngiya Tirkiyeyê ya di vê wateyê de paşguh neke.”

Çavuşoglu destnîşan kir ku Tirkiye siyaseteke tund a derve dişopîne û got “Di vê polîtîkaya tund a derve de parastina berjewendiyên welatê me ji bo me esas e. Li ku dera dinyayê dibe bila bibe, em hewl didin ku berjewendiyên xwe biparêzin û bandora krîzê ya li ser Tirkiyeyê kêm bikin. Helbet dema mirov li Sûriye, Lîbya, Qibris, li her derê Egeyê dinêre, ji sedî 60ê pevçûnên cîhanê li derdora me ne. Mebesta me welatên wekî Afganîstan û Yemenê li herêma me ya nêzîk û di xeleka duyemîn de ye ku bandorê li me jî dike. Lewma divê em mafên xwe biparêzin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu diyar kir ku Tirkiye ji bo şerê Rûsya û Ukraynayê bi dawî bike hewl dide û destnîşan kir ku her çend her du alî ji çareseriyê dûr ketine jî hêviya xwe winda nekirine.

Mevlut Çavuşoglu got jî “Armanca sereke ya Serokkomarê me ew e ku birêz Putin û Zelenskiy bîne cem hev. Ji bo vê jî pêwîst e ji bo çareseriya vê pêvajoya siyasî gavên pêbaweriyê bên avêtin. Herî dawî di veguhestina girtiyan de me roleke giring lîst.”

Li aliyê din Çavuşoglu li ser pêvajoya asayîkirina bi Îsraîl û Ermenistanê re jî axivî û got “Ji bo aştî û aramiya daîmî li başûrê Kafkasyayayê, divê ev peymana aştiyê ya berfireh, bi taybetî ji aliyê Azerbeycanê ve hatî pêşkêş kirin, di zûtirîn dem de ji aliyê Ermenistan û Azerbaycanê ve were îmze kirin.”

 

Rudaw

Top