Polîtboruyên PDKê û YNKê li Hewlêrê civiyan
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, Senger Eburehman ragihand: “Civîn li ser daxwaza Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê hatiye sazkirin û di civînê de behsa pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêkve karkirina hevbeş li Bexdayê dikin, herwiha sayîkirina rewşa Kerkûkê û danîna parêzgarekê bo vî bajarî mijarên din ê civînê ne.”
Di civîna îro de, Cîgirê Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî serokatiya şanda PDKê û Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê, Kosret Resûl Elî jî serokatiya şanda YNKê dike.
PDK û YNK li ser wê yekê kok in, ku pêkanîna sîstema nû li ser bingeha xalan be. Endamekî polîtboruya YNKê dibêje, em venagerin bo dabeşkirina pêncî bi pêncî ya postan, belku emê li gor xalbendiyê berpirsatiyan parve bikin.
PDKê jî pêştir heman nêrîn aniye ziman û tekezî li ser wê yekê kiriye, ku ew di dabeşkirina postan de kar bi sîstema pêncî bi pêncî nakin.
Di nava wan partiyên siyasî de ku li parlamentoya Kurdistanê xwedî kursî ne, tenê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Nivşê Nû biryar dane, ku beşdarî di hikûmetê de nekin, aliyên din li benda PDKê ne, jibo ku danûstandinên gotûbêjên pêknîna hikûmetê dest pê dike.
Li gor xişteya ku şanda PDKê ya danûstandikar daniye, PDK dixwaze berî dawiya îsal (2018) Desteya Serokatiya Parlamentoyê were hilbijartin û piştî betlaneya sersalê jî civînên di derbarê hûrgiliyên pêkanîna hikûmeta nû de bêne destpêkirin.
Partiya Demokrata Kurdistanê di civîna encûmena serkirdatiya xwe de ku di 3ê Kanîna îsal li Hewlêrê hat lidarxistin, Nêçîrvan Barzanî bo posta Serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî jî bo Serokwezîriya Herêma Kurdistanê berbijêr kiribû.
Di hilbijartinên 30ê Îlona îsal (2018) de, PDKê 45 kursiyên parlamentoyê bi dest xist û bû yekemîn lîst, herwiha YNKê jî bi bidestxistina 21 kursiyan pileya duyem bi dets anîbû.
rudaw
