Ukraynayê balyozê Îranê qewitand
Li gor çapemeniya Ukraynayê, bi Fermana Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, hikûmet balyozê Îranê yê li kievê Menûçehir Muradî ji Ukraynayê qewitandiye.
Wezareta derve ya Ukraynayê diyar kiriye ku, jiber hevkariyên Îranê yên ji bo Rûsyeyê, hikûmetê biryar daye ku, têkiliyên xwe yên dîplomatîkî li gel rejîma Îranê qut bike û di vê çarçoveyê de jî weke yekem pêngav, balyozê Îranê hatiye qewitandin û dê di pêngava duyem de jî hejmara dîplomatên Îranî yên li Ukraynayê bên kêmkirin.
Basnews
