• Sunday, 22 February 2026
logo

'Topbarana Tirkiyê bandoreke nerênî li ser aborî û derûniya xelkê Rojava çêkiriye'

Gulan Media September 23, 2022 Nûçe
'Topbarana Tirkiyê bandoreke nerênî li ser aborî û derûniya xelkê Rojava çêkiriye'

 Topbarana Tirkiyê ya li dijî navçeyên sînorî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bûye sedema koçberiyê ji wan navçeyan. Parêzer û çavdêrê siyasî Ferhad Baqir got ku ji bilî koçberiyê, topbarana Tirkiyê bandoreke nerênî ya aborî û derûnî li ser xelkê Rojavayê Kurdistanê çêkiriye.

Ji heftiyekê ve ev topxaneya Tirkiyê bê bêhnvedan navçeyên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê topbaran dikin. Li gor daxuyaniyeke hêzên HSD gundewarên Eyn Îsayê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine topbarankirin.

Herî dawî, êvara çarşemê li ser pêncşemê, hêzên Tirkiyê bakur Minbic topbaran kirin.

Li gor Navenda Ragihandina Encûmena Serbazî ya Minbicê, hersê gundên Bozgic, El-Wawliye û Cib el-Erûs li gundewarên bakurê Minibc hatine topbarankirin.

Artêşa Tirkiyê ji binkeya xwe ya serbazî ya li gundê Şêx Nasir li hember Dadat 7 top avêtine hersê gundan.

Parêzer û çavdêrê siyasî Ferhad Baqir, ji bajarê Kobanî ku gundewarên wî car bi car tên topbarankirin ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got topbaran artêşa Tirkiyê bûye hokarê koçberkirinê.

Parêzer Ferhad Baqir anî ziman “Bandora herî sereke di topbarana dewleta Tirkiyê ya li ser gund û bajarên sînorî, ji devlî ew bandora ku berê çêbûye, koçbrbûna mezin çêbûye, aniha koçberbûneke nû çêdibe. Xelk zarokê xwe derdixe derve. Çi koçberbûna di hindirê welat de diçin bajarên dûrî sînor, çi koçberbûna diçin derveyî welat. Yanî operasyon, valakirina gund û bajarên sînorî ye.”

Baqir got jî, bandoreke aborî û derûnî jî ya topbaranê li ser xelkê navçeyên sînorî heye.

Ferhad Baqir diyar kir “Ji xeynî koçberbûnê, bandora aborî ku xelk zeviyên xwe, mal û milkên xwe di terikînin, mal vala dimîn, gundî nikarin kar û çandiniya xwe bikin. Li rex vê yekê bandoreke wê ya derûnî heye. Metirsiya pêşeroja vî welatî, metirsiya bêbaweriya bi Rêveberiyê ve dibe ku ev rêveberi heya çi astê dikare me biparêze.”

Di herdu Rojên 18 û 19ê Îlonê de, hêzên Tirkiyê rûberekî berfireh ji Til Rifet li bakurê Helebê û heta Tirbespiyê li rojhilatê Qamişlo topbaran û bombebran kiribû. Di encamê de, 3 serbazên Sûrî li herêma Kobanî hatibûn kuştin  û 3 serbaz jî birêndar bûbûn. Herwiha li Eyn Îsa 2 welatiyan canê xwe ji dest dabûn û li gundewarên Kobanî jî ciwanek birîndar bûbû.

 

Rudaw

Top