• Sunday, 22 February 2026
logo

Belavbûna nexweşiya Kolerayê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gihîştiye rewşeke metirsîdar

Gulan Media September 23, 2022 Nûçe
Belavbûna nexweşiya Kolerayê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gihîştiye rewşeke metirsîdar

Di demekê dek ku, krîza aborî aloztir dibe û rewşa ewlehî zehmetir dibe û debara jiyana xelkê bêhtir asteng dibe, derketina nexweşiya Kolerayê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herwiha li gelek parêzgehên wî welatî, li zengilê metirsiyê dide.

Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê her ku diçe hejmara nexweşên Kolerayê zêdetir dibe, hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser amarên cuda belav dikin.

Li gorî Rêveberiya Xweser 16 kes bi Kolerayê mirine, û guman heye ku zêdetirî 2 hezar û 800 kes pê ketibin.

Hikûmeta Sûriyê jî dibêje, li seranserî Sûriyê tenê 253 kes bi wê nexweşiyê ketine, 23 kesan jî ji ber wê nexweşiyê canê xwe ji dest dane.

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî jî, tekezî li ser wê yekê kiriye ku, pêwsît e ew nexweşî di zûtirîn dem de bê kontrolkirin û rê li ber bê girtin.

Hevserokî Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ciwan Mistefa ragihandiye, “Amarên ku hatine tekezkirin, li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, derbarê tûşbûna bi Kolerayê, û bi rêya ezmûnkirinê hatiye piştrastkirin, 43 keys in li gundewarê rojavayê Dêre Zorê, û 16 keys li bajarê Reqayê, û 4 keys in li bajarê Tebqayê û 15 kesy in li parêzgeha Hesekê yan li Herêma Cizîrê bi giştî.”

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser, diyar kiriye ku sedema derketin û belavbûna nexweşiya Kolerayê li wan navçeyan, nepakiya ava Çemê Firatê ye.

Hevserokî Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser, Ciwan Mistefa tekez kir, “Hejmara canjidestdayan li hemû navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê,  ji 5ê Îlonê ve gihiştiye 16 keysan, bi vî awayî hejmara keysên canjidestdanê yên hatine tekezkirin ku bi Kolerayê mirine, li Dêrezorê 10, li Reqayê 2, li Herêma Şehbayê 2, li Herêma Cizîrê jî 2.”

Li gorî zanyariyên, Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser, ji 5ê vê meha Îlonê ve, heta niha, li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 2 hezar û 867 keysên cihên gumanê, hene.

Li ser asta Sûriyê jî, amarên Wezareta Tendirustiyê ya wî welatî diyar dikin ku heta 20 Îlonê 253 rewşê tûşbûna bi Kolerayê derketine, ji wan 180 rewş tenê li Helebê ne. Bi sedema wê nexweşiyê jî 39 kesan canê xwe ji dest dane.

 

 

Rudaw

Top