• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Efrînê teqînek çêbû

Gulan Media September 23, 2022 Nûçe
Li Efrînê teqînek çêbû

 Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku niha di kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê de ye, teqînek çêbû û li gor zanyariyan di teqînê de 4 kes birîndar bûne.

Teqîn êvara roja Pêncşembê 22ê Îlona 22an  li cadeya Raco ya bajarê Efrînê çê bûye.

Li gor agahiyan, motorsîklêteke bombekirî li cadeya Raco ya navenda bajarê Efrînê teqiyaye.

Di encama teqînê de 4 kes birîndar bûne ku yek ji wan zarok e.

Ti aliyekî berpirsyariya teqînê li xwe negirtiye. Herwiha nasnameya kesên birîndar hêj nehatiye zanîn.

Li aliyekî din artêşa Tirkiyê gundê Merenaz ê ser bi herêma Efrînê ve ku di kontrola hêzên Kurdî de ye, topbaran kir.

Herwiha dronên Tirkiyê pêgehên artêşa Sûriyê û hêzên Kurdî li nêzîkî gundê Merenazê li bakurê Helebê bombebaran kirin.

Herwiha gundê Bênê yê Efrînê jî bi zêdeyî 20 topan hat topbarankirin.

 

Rudaw

Top