• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Xelekanê 5 kes canê xwe ji dest dan

Gulan Media September 23, 2022 Nûçe
Li Xelekanê 5 kes canê xwe ji dest dan

4 ji wan welatiyên Rojhilatê Kurdistanê ne.

Li gor zaniyariyên berdest, kêliyek beriya niha li bajarokê Xelekanê ya li ser rêya sereke ya navbera Silêmanî û Hewlêrê de, 5 kes canê xwe ji dest dane.

Ev her 5 welatiyên han jiber bûyereke tirafîkê canê xwe ji dest dane.

Li gor zaniyariyên destpêkê 4 ji wan welatiyan, xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne.

Bûyer di encama lihev dana du tirmbîlan de çê bûye.
 

Top