• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Seroka Parlemena Kurdistanê kir

Gulan Media September 22, 2022 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Seroka Parlemena Kurdistanê kir

Roja çarşem li Pîrmamê  Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Seroka parlementoya Kurdistanê  Rêwaz Fayiq kir.

Di civînê de her du alî behsa pirsa nivîsîna destûra Herêma Kurdistanê û pêdivîtiya zemînesazî û dirustkirina hemahengî û yekdengiya li navbera aliyên siyasî û pêkhatên civakî yên Herêma Kurdistanê ya ji bo nivîsîna destûrê kirin.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî palpiştiya xwe ji bo Parlemena Kurdistanê û her hewleke zemînesazî û dirustkirina yekrêziya ji bo nivîsîna destûra Herêma Kurdistanê ragihand ku ji aliyê sazî û damezraweyên bilindên Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî, wekî çawa li berê jî heman helwesta xwe hebûye.

Top