• Sunday, 22 February 2026
logo

Rûsye 10 dîlên şer azad kir

Gulan Media September 22, 2022 Nûçe
Rûsye 10 dîlên şer azad kir

Siûdiye miyancîgerî kiriye û ev dîlên han niha li Siûdiyeyê ne.

Li gor çapemeniya Siûdiyeyê, piştî miyancîgeriya Şahê Siûdiyeyê, Serokê Rûsyeyê Wladimîr Putin qebûl kiriye ku, 10 welatiyên biyanî yên ku, li Urkaynayê şerê dijî Rûsyeyê kirine û dîl ketine destê Rûsyeyê azad bike.

Çapemeniya Siûdî eşkere kiriye ku, ev her 10 dîlên han xelkê Merakêş, Swêd, Amerîka, Brîtanya û Kirvatiyane û niha li Siûdiyeyê ne.

Siûdiye eşkere kiriye ku, niha rêkarên vegerandina wan 10 kesan bo welatên wan berdewamin û di demeke nêz de vê bo welatên xwe werin şandin.
 

Top